WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Tu Tişt Ziyan Nebû
Piştî ku Îsa bi mucîzeyekê zêdetirî 5.000 zilam, pîrek û zarok têr kirin, wî ji şagirtên xwe re got: “Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe” (Yh 6:12). Îsa qîmet dida tedarekên Yehowa û nedihişt ku tiştek ziyan be.
Îro jî, Koma Rêberiyê xîret dike ku wek Îsa tiştekî ziyan nekin. Mesela, gava merkeza cîhanî li Warwickê (DYA) dihat ava kirin, birayên mesûl planên avakirinê bi zelalî hilbijartine ku pereyên bexşkirî ziyan nebin.
LI VAN WARAN, GEREK EM ÇI BIKIN KU TIŞTEK ZIYAN NEBE?
-
Li civînan
-
Gava em weşanên çapkirî ji bo xwe distînin (km-E 5/09 3 par. 4)
-
Gava em weşanên çapkirî ji bo xizmetê distînin (mwb17.02-RDU 4 par. 1)
-
Gava em diçin xizmetê (mwb17.02-RDU 4 par. 2, çarçove)