Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | YÛHENNA 7-8

Îsa Bavê Xwe Birûmet Dikir

Îsa Bavê Xwe Birûmet Dikir

7:15-18, 28, 29; 8:29

Îsa bi hemû gotin û kirinên xwe rûmet dida Xwedê. Îsa dixwest ku her kes bizanibe ku gotinên wî ji Xwedê ne. Loma wî her tim li gor Nivîsarên Pîroz hîn dikir û gelek caran rasterast behsa ayetan dikir. Gava mirovan pesnê wî dida, Îsa digot ku yê ku bi eslê xwe layiqî pesnan e, Yehowa Xwedê ye. Armanca wî ya herî mezin ev bû ku daxwaza Yehowa pêk bîne (Yh 17:4).

Li van waran, em çawa dikarin Îsa ji xwe re bikin nimûne?

  • Gava em li kursa Kitêba Pîroz an li ser sehneyê hîn dikin

  • Gava kesên din pesnê me didin

  • Gava em plan dikin ku wexta xwe çawa derbas bikin