XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Alîkariya Xwişk û Birayan Qebûl Bike
Yehowa bi destê xwişk û birayên “li seranserê dinyayê” alî me dike (1Pt 5:9). Ew dikarin alî me bikin ku em li xizmetê serî bi tengasiyên xwe re derxînin. Mesela, Pawlosê şandî jî ji desteka Akîlas û Priskîla, Sîlas, Tîmotêyos û kesên din pir feyde didît (Kar 18:1-5).
Gelo xwişk û birayên me çawa dikarin di xizmetê de alî te bikin? Ew dikarin hin şîretan bidin te ku tu çawa cewaba îtirazekê bidî, kesên eleqedar ziyaret bikî yan jî kursa Kitêba Pîroz pêşkêş bikî û dest bi kursê bikî. Eger di civata te de kesek heye ku karibe alî te bike, ji wî alîkariyê bixwaze. Bê guman, hûnê herdu jî ji vê yekê feyde û dilxweşiyê bistînin (Flp 1:25).
LI VÎDEOYA ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL KE; BIRATIYA ME (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Nîtayê çi kir ku Jiyanayê dawetî civînê bike?
-
Wê çima baş be ku em gazî mizgînvanên din jî bikin ku ew bên kursên me?
-
Hem Jiyana hem Abigayê ji çi hez dikir?
-
Mizgînvanên din dikarin kîjan hunerên te zêde bikin?