Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Têgihîştina Xwe Perwerde Bike

Têgihîştina Xwe Perwerde Bike

Ji bo ku sporvanek hunerên xwe winda neke, gerek ew bi dewamî bedena xwe bişixulîne. Mîna vê, gerek em jî bi dewamî xîret bikin ku ‘têgihîştina xwe’ perwerde bikin (Îbr 5:14). Wê baş be ku em ne tenê li gor qerarên kesên din hereket bikin, lê hîn bibin ku bi xwe kûr bifikirin û qeraran bidin. Gelo çima? Çimkî “her yek ji me wê li ser xwe hesab bide Xwedê” (Rm 14:12).

Gerek em nefikirin ku madem ku em bi gelek salan Şahidên Yehowa ne, qerarên me wê her tim bihîkmet bin. Ji bo ku em qerarên bihîkmet bidin, gerek em xwe bispêrin Yehowa, Peyva wî û teşkîlata wî (Yş 1:7, 8; Mtl 3:5, 6; Mt 24:45).

LI VÎDEOYA ÎSAFA XWE TEMIZ XWEY KIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gerek Emmayê çi qerar bidaya?

  • Li warên ku gerek her kes li gor wijdanê xwe qerarê bide, wê çima baş be ku em nêrîna xwe neynin zimên?

  • Jin û mêrekî çi şîreta bihîkmet da Emmayê?

  • Emmayê melûmata bifeyde li ku derê dît?