Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Her Tim Yehowa di Bîra Xwe de Xwedî Bike

Her Tim Yehowa di Bîra Xwe de Xwedî Bike

Gava li me zor tê ku em ji xwe re îşekî bibînin, carinan hêsan nîne ku em ji her tiştî zêdetir li Padîşahiya Xwedê bigerin. Em belkî difikirin ku çare tune û gerek em îşekî wisa qebûl bikin, ê ku ji xizmeta me re dibe asteng yan ku li dijî prensîpên Kitêba Pîroz e. Lê belê, em dikarin bawer bin ku Yehowa “di oxira yên ku dilên wan bi wî re yek in” qudreta xwe nîşan dike (2Dr 16:9). Tu tişt nikare riya Bavê meyî dilovan bigire ku ew alî me neke û hewcedariyên me tedarek neke (Rm 8:32). Loma, gava em di heqê îş de qeraran didin, gerek em xwe bispêrin Yehowa û bala xwe bidin xizmeta wî (Zb 16:8).

LI VÎDEOYA BI DIL Û CAN BONA YEHOWA BIXEBITE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Jason çima rişwet red kir?

  • Em çawa dikarin gotinên Kolosî 3:23 di jiyana xwe de pêk bînin?

  • Emsala Jason çawa li ser Thomas tesîr kir?

  • Bila Yehowa li ser qerar û hereketên te tesîr bike

    Em çawa dikarin gotinên li Metta 6:22 di jiyana xwe de pêk bînin?