WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Li Xizmetê Kitêba Heta bi Hetayê Dilşad Be! Bi Kar Bîne
Em pir dilşad in ku ji bo îdarekirina kursên Kitêba Pîroz broşûr û kitêbeke nû hene! Bi saya bereketa Yehowa, emê bikaribin alî gelek kesên nû bikin ku ew bibin şagirtên Îsa Mesîh (Mt 28:18-20; 1Kr 3:6-9). Gelo em çawa dikarin van hacetên nû bi kar bînin?
Ev broşûr û kitêb gerek bi metodeke nû bên bi kar anîn. Wê baş be ku tu xwe li gor rêberiya jêrîn ji bo kursê hazir bikî û kursê îdare bikî. *
-
Malzemeyê bixwîne û li ser pirsan sohbetê bikin
-
Ayetên ku wek “bixwîne” îşaretkirî ne, bixwîne, û alî xwendekar bike ku ew wan fehm bike
-
Vîdeoyan vêxe û bi saya pirsên nîşankirî sohbetê bikin
-
Eger mumkin be, her dersê di carekê de derbas bike
Li xizmetê, pêşî broşûrê pêşkêş bike, da ku tu têderxî ka mirov eleqedar e yan na (li çarçoveya “ Em Çawa Dikarin Broşûra Heta Bi Hetayê Dilşad Be! li Ziyareta Pêşîn Pêşkêş Bikin?” binêre). Eger we ev broşûr xelas kiriye û xwendekar dixwaze berdewam bike, ji wî re kitêbê pêşkêş bike û bi dersa 04 dest pê bike. Eger te bi kitêba Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? yan jî Di Hezkirina Xwedê de Bimîne dest bi kursê kiriye, derbasî kitêba Heta Bi Hetayê Dilşad Be! bibe û qerarê bide ku tu bi kîjan dersê berdewam bikî.
LI VÎDEOYA TU BI XÊR HATÎ KURSA KITÊBA PÎROZ! TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Gelo xwendekar wê ji kitêba nû çi hîn bibin?
-
Wê çima baş be ku tu vê vîdeoyê nîşanî xwendekarên nû bidî?
-
Wê baş be ku tu alî xwendekar bikî ku ew ji xwe re kîjan hedefan deyne? Li çarçoveya “ Armanc û Hedefên Her Qismî” binêre.
^ par. 4 NOT: Em ne mecbûr in ku qismê “Zêdetir Hîn Bibe” li wexta kursê derbas bikin. Dîsa jî, wê baş be ku gava em xwe ji bo kursê hazir dikin, em li çavkaniyên nîşankirî binêrin. Bi vî awayî, em dikarin têderxin ku kîjan malzeme wê ji bo xwendekarê me bifeyde be. Li versiyona elektronîk, ji bo vîdeo û malzemeyên din lînk hene.
ARMANC Û HEDEFÊN HER QISMÎ |
|||
---|---|---|---|
DERS |
ARMANC |
HEDEFÊN XWENDEKAR |
|
01-12 |
Gelo Kitêba Pîroz çawa dikare alî te bike? Tu çawa dikarî Xwedê baştir nas bikî? |
Xwendekarê xwe teşwîq bike ku ew Kitêba Pîroz bixwîne, ji bo kursê haziriyê bike û bê civînan |
|
13-33 |
Ka bibîne ku Xwedê ji bo me çi kiriye. Gelo Xwedê ji kîjan dîn û baweriyê razî ye? |
Daxwaza wî zêde bike ku ew mizgînê belav bike û bibe mizgînvan |
|
34-47 |
Ka bala xwe bidê ku gerek em çawa ji Xwedê re îbadetê bikin. |
Alî xwendekarê xwe bike ku ew jiyana xwe bide destê Yehowa û bin av bibe |
|
48-60 |
Tu çawa dikarî di hezkirina Xwedê de bimînî? |
Wî hîn bike ku çawa xerabiyê ji rastiyê cihê bike û ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve here |