Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

Bi Hîkmet Qerarê Bide ku Tu bi Kê re Bizewicî

Bi Hîkmet Qerarê Bide ku Tu bi Kê re Bizewicî

Qerarên Silêman ku bi jinên pûtperest re bizewice, bêhîkmet bûn (1Qr 11:1, 2; w18.07 18 par. 7)

Jinên Silêman ew hêdî hêdî ji Yehowa dûr dixistin (1Qr 11:3-6; w19.01 15 par. 6)

Yehowa bi Silêman hêrs ket (1Qr 11:9, 10; w18.07 19 par. 9)

Peyva Xwedê dibêje ku şagirtê Îsa yên azib gerek tenê “di Xudan de” bizewice (1Kr 7:39, KP). Lê belê, kesek her çi qas binavkirî be jî, wê baş be ku tu ji xwe bipirsî: “Gelo ewê alî min bike ku ez bi dewamî bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikim? Gelo wî (yan wê) piştî binavbûnê îsbat kiriye ku ew ji Yehowa çi qas hez dike?” Pêşiya ku tu qerarê bidî ku bizewicî, wê baş be ku tu vî kesî rind nas bikî.