WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Zewac – Bendekî Daîmî
Zewacên bextewar ên şagirtên Îsa Mesîh rûmetê didin Yehowa û dilê jin û mêr xweş dikin (Mq 10:9). Ji bo ku zewac daîm û bextewar be, gerek şagirtên Îsa Mesîh li gor prensîpên Kitêba Pîroz qerarê bidin ku bi kê re bizewicin.
Gava mirov pir ciwan in, xwestekên cinsî dikarin bibin sebeb ku ew qerarên şaş bidin. Loma, wê baş be ku tu li bendê bisekinî heta ku ev çax derbas be berî ku tu dest bi hevnaskirinê bikî û bizewicî (1Kr 7:36). Wexta ku tu hê azib î bi hîkmet bi kar bîne ku dostaniya xwe bi Yehowa re xurt bikî û sifetên baş bi pêş bixî. Eger tuyê paşê bixwazî bizewicî, ev yek wê alî te bike ku zewaca te serkeftî be.
Berî ku tu qerarê bidî ku bi kesekî re bizewicî, têra xwe wextê veqetîne ku tu fehm bikî ku di dilê vî kesî de çi heye (1Pt 3:4). Eger şik bikevin dilê te, li ser wan bi wî re (yan bi wê re) sohbetê bike. Ji bîr neke ku di zewacê de, tiştê herî muhîm ne ev e ku tu çi distînî, lê ev e ku tu çi didî (Flp 2:3, 4). Eger tu berî zewacê li gor prensîpên Kitêba Pîroz bimeşî, tuyê bingeheke baş a ji bo zewaceke bextewar daynî.
LI VÎDEOYA HAZIRBÛNA BONA ZEWACÊ; PARA 3: XERCÊN XWE ‘BIDE BER HESÊB’ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Hevaltiya di nav xwişka ciwan û Shane de çawa bi pêş ve çû?
-
Bi zeman re, wê çi dît?
-
Dê û bavê wê çawa alî wê kir, û wê çi qerara bihîkmet da?