XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
Bi Tiştên ku di Destê Te de Hene Razî Be û Sînorên Xwe Bizanibe
Pêxemberê Xwedê hediyeyên biha yên Yeroboam qebûl nekirin (1Qr 13:7-10; w08-E 15/8 8 par. 4)
Lê paşê, vî pêxemberî guh neda emrê ku Yehowa rasterast ji wî re dabû (1Qr 13:14-19; w08-E 15/8 11 par. 15)
Bêîtaetiya vî pêxemberî bû sebeba mirina wî (1Qr 13:20-22; w08-E 15/8 9 par. 10)
Eger em bi tiştên ku di destê me de hene razî bin û li rêberiya Yehowa bigerin berî ku em qeraran bidin, emê ji gelek problemên nehêvîkirî bifilitin (1Tîm 6:8-10).
JI XWE BIPIRSE: “Gelo ez çawa dikarim nîşan bidim ku ez bi hewcedariyên xwe yên esasî razî me? Gava ku ez qeraran didim, ez çawa dikarim nîşan bidim ku ez sînorên xwe dizanim?” (Mtl 3:5; 11:2).