WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Li Demên Tengasiyên Ekonomîk bi Yehowa Bawer Be
Di van rojên dawîn de, jiyan bi tengasiyan ve tije ye. Her ku em nêzîktirî dawiya vê dinyayê dibin, dibe ku em jî zêdetir bikevin tengasiyê (Hab 3:16-18). Gelo çi wê alî me bike ku em li demên tengasiyên ekonomîk bi bawerî sebir bikin? Gerek em xwe bi dewamî bispêrin Yehowa Xwedê. Wî soz daye ku ewê xema xizmetkarên xwe bixwe. Wekî din, ew dikare hemû cure hewcedariyên me tedarek bike (Zb 37:18, 19; Îbr 13:5, 6).
Tu dikarî çi bikî?
-
Ji Yehowa rêberî, hîkmet û destekê bixwaze (Zb 62:8).
-
Îşên ku te berê qet nekiribûn jî, qebûl bike (g-E 1/10 8-9, çarçove).
-
Fealiyetên ruhî îhmal neke. Kitêba Pîroz her roj bixwîne, li civînan hazir be û mizgînê belav bike.
LI VÎDEOYA BIRA MALBETA WE QEWÎ BE; “DESTÊD WEDA ÇIQAS HEYE, RAZÎ BIN” (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Hin malbat rastî çi tengasiyan hatin?
-
Di jiyana me de, tiştê herî muhîm çi ye?
-
Gelo em çawa dikarin alî kesên ku rastî tengasiyên ekonomîk tên, bikin?