Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Yehowa Dilşikestiyan Diparêze

Yehowa Dilşikestiyan Diparêze

Her kes carinan xemgîn dibe. Gava em xemgîn in ev yek nayê maneya ku baweriya me bi Yehowa sist bûye. Yehowa jî carinan xemgîn dibû (1Mû 6:5, 6). Lê eger em xwe bi zêdeyî xemgîn hîs dikin yan ev halê me yê zehmet bi zemanekî dirêj dikişîne, em dikarin çi bikin?

Ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Yehowa rind bala xwe didê ka em xwe çawa hîs dikin. Wexta em dilxweş in yan jî wexta em xemgîn in, Yehowa halê me tim dibîne. Ew me rind fehm dike û dizane ku em çima xwe wisa hîs dikin (Zb 7:9b). A muhîm, Yehowa xema me dixwe û dikare alî me bike ku em ji xemgîniyê xelas bibin, heta ku bi depresyonê micadele bikin (Zb 34:18).

Hiş û aqlê xwe biparêze. Hîsên nebaş dikarin hem dilxweşiya me hem jî dostaniya me bi Yehowa re xera bikin. Loma jî, ev yek wê baş be ku em dilê xwe û hiş û aqlê xwe biparêzin (Mtl 4:23).

LI VÎDEOYA ÇAWA XWIŞK Û BIRAYÊN ME LI GEL DEPRESYONÊ AŞTIYA XWE XWEDÎ DIKIN TEMAŞE BIKE Û VAN PIRSAN BIPIRSE:

  • Nikkiyê çi kir ku li hemberî depresyonê bisekine?

  • Wê çawa fehm kir ku ew hewceyî alîkariya doktor e? (Mt 9:12)

  • Nikkiyê çawa xwe spart Yehowa û alîkariya wî qebûl kir?