WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Qebûlkirina Terbiyeya Yehowa Hezkirina Me Eyan Dike
Kesek ku guneh dike û tobe nake ji civatê tê derxistin. Ev yek hem civatê diparêze hem jî kesê gunehkar terbiye dike (1Kr 5:6, 11). Gava em piştgiriya qerarên wisa dikin, em bi vî awayî hezkirina xwe eyan dikin. Gelo çawa? Ma derxistina ji civatê êşê nade vî kesî, dost û merivên wî û heyeta edlî?
A herî muhîm, gava em di vî warî de guh didin Yehowa, em nîşan didin ku em ji navê Yehowa û ji prensîpên wî yên pîroz hez dikin (1Pt 1:14-16). Wekî din, em nîşan didin ku em ji kesê ku ji civatê hatiye derxistin hez dikin. Terbiye her çi qas sert xuya bike jî, ew dikare “berê aştî û rastdariyê” bîne (Îbr 12:5, 6, 11). Eger em bi kesekî ku ji civatê hatiye derxistin re yan bi kesekî ku xwe bi xwe ji civatê derketiye re hevaltiyê bikin, emê ji terbiyeya Yehowa re bibin asteng. Ji bîr neke ku Yehowa xizmetkarên xwe bi edalet terbiye dike (Yêr 30:11). Loma, gerek em terbiyeya Yehowa qebûl bikin û xizmeta xwe berdewam bikin. Em helbet hêvîdar in ku kesên ku ji aliyê Yehowa ve tên terbiye kirin, vegerin ba Bavê meyî dilrehm (Îş 1:16-18; 55:7).
LI VÎDEOYA BI TEMAMIYA DILÊ XWE AMINIYÊ XWEYÎ DIKIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Gava zarokek dev ji riya Yehowa berdide, dê û bavê wî rastî çi tengasiyê tên?
-
Xwişk û bira çawa dikarin alî ferdên din ên malbatê bikin?
-
Kîjan serpêhatiya Kitêba Pîroz zelal dike ku gerek em herî zêde ne ji malbata xwe re, lê ji Yehowa re dilsoz bimînin?
-
Em çawa dikarin nîşan bidin ku em herî zêde ji Yehowa re dilsoz in?