Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Alî Kesên Dilpak Bike ku Ew Bibin Şagirtên Îsa

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Alî Kesên Dilpak Bike ku Ew Bibin Şagirtên Îsa

ÇIMA MUHÎM E? Yehowa toximên rastiyê di dilê kesên dilpak de, ên ku “dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e, mezin dike (Kar 13:48, WDN; 1Kr 3:7). Em wek hevkarên Xwedê bi xîret bala xwe didin kesên ku guh didin rastiyê (1Kr 9:26). Xwendekarên Kitêba Pîroz gerek fehm bikin ku binavbûn ji bo xelasbûnê ferz e (1Pt 3:21). Em alî wan dikin ku ew bibin şagirtên Îsa. Em rêyî wan didin ku ew jiyana xwe biguherînin, mizgînê belav bikin û ji Yehowa re weqf bibin (Mt 28:19, 20).

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Alî xwendekarên xwe bike ku ew mexseda lêkolînê fehm bikin, yanî ku ew Yehowa bi rastî “nas bikin” û dilê wî şa bikin (Yh 17:3).

  • Alî wan bike ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin û ji tiştên wek adetên xerab û ji hevaltiyên nebaş bifilitin.

  • Hem berî hem jî piştî binavbûnê, dilê xwendekarên xwe xurt bike (Kar 14:22).

VÎDEOYA YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hin kes çima weqf û bin av nabin?

  • Kalên civatê çawa dikarin alî xwendekarên Kitêba Pîroz bikin ku ew ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin?

  • Îşaya 41:10 der heqê Yehowa de çi dibêje?

  • Her çi qas em biqisûr bin jî, kîjan sifat wê alî me bikin ku em rizaya Yehowa bistînin?

Em çawa dikarin di îşê şagirtkirinê de bi Yehowa re hevkariyê bikin?