WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bi Kilaman bi Dil û Can Pesnan Bide Yehowa
Gava Pawlos û Sîlas li zindanê bûn, wan bi kilaman pesnê Yehowa dida (Kar 16:25). Vê yekê bê guman alî wan kir ku ew sebat bikin. Gelo îro jî wisa ye? Kilamên îbadetê û stran dikarin me teşwîq bikin û alî me bikin ku em li hemberî tengahiyan dilsoz bimînin. Wekî din, kilamên me navê Yehowa bilind dikin (Zb 28:7). Wê baş be ku em çend kilaman ezber bikin. Gelo tu kilamekê bi ezber dizanî? Mesela, em dikarin li îbadeta malbatê gotinên kilaman bielimin û bistêrin.
VÎDEOYA CHILDREN PRAISE JEHOVAH IN SONG TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Kilamên Padîşahiyê çawa dikarin alî me bikin?
-
Departmanên Audîo/Vîdeo ji bo qeydkirina kilaman çawa haziriyê dikin?
-
Zarok û dê û bavê wan ji bo qeydkirinê çawa haziriyê dikin?
-
Tu kîjan kilamên Padîşahiyê hez dikî û çima?