Muxalifekî Zalim Dibe Şahidekî Bixîret
Piştî ku Şawûl rastiyê hîn bû, wî hema wê demê nêrîn û jiyana xwe rast kir. Ferqa li navbera Şawûl û kesên ku rastiya der heqê Îsa Mesîh de qebûl nekir, çi bû? Şawûl ji mirovan zêdetir ji Xwedê ditirsiya û seba rehma Îsa pir şikurdar bû. Eger tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, lê belê hê nehatiyî bin av kirin, gelo tuyê jî wek Şawûl nêrîn û jiyana xwe rast bikî?