WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Xeberdana Xwe li Gor Mirovan Eyar Bike
ÇIMA? Yên meshkirî û miyên din her cure mirovan dawet dikin ku “ava jiyanê” bê pere bistînin (Py 22:17). Ev ava sembolîk hemû tedarekên Yehowa temsîl dikin, ên ku wî hazir kirine ku însanên guhdar ji guneh û mirinê xelas bike. Ji bo ku em karibin alî mirovên ji cure cure kultur, dîn û baweriyan bikin, lazim e ku em mizgînê bi awayekî baş pêşkêş bikin, ê ku li dilê wan xweş tê (Py 14:6).
ÇAWA?
-
Tema û ayeteke minasib hilbijêre, ku li dilê mirovên li herêma te xweş bên. Mesela, tu dikarî yek ji sohbetên emsal yan jî temayeke din hilbijêrî, ya ku te berê baş xebitandibû. Kîjan tema û ayet li mirovan xweş tên? Gelo bûyerek heye, ya ku li van rojan serê mirovan mijûl dike? Gelo kîjan tema wê li zilamek yan pîrekekê xweş bê?
-
Di sohbeta xwe de, silav û adetên herêma xwe bike hesabê (2Kr 6:3, 4).
-
Weşan û vîdeoyên li Hacetên Elimandinê rind bizanibe ku tu karibî wan pêşkêşî kesên eleqedar bikî.
-
Eger îhtimal hebe ku tu rastî mirovên ji cure cure miletan bêyî, melûmata bi zimanên wan ji berê de daxe.
-
Temaya xwe li gor hewcedariyên xwediyê malê eyar bike (1Kr 9:19-23). Mesela, eger tu bibihîzî ku xwediyê malê hezkiriyekî xwe winda kiriye, tu dikarî çi bibêjî?
LI VÎDEOYÊ BINÊRE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Mizgînvan bi kîjan temayê dest bi sohbetê kir?
-
Li jiyana xwediyê malê çi diqewimî?
-
Ayeta herî minasib kîjan bû, û çima?
-
Tu mizgînê çawa li gor mirovên li herêma xwe pêşkêş dikî?