Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Erdê ‘Çem Daqurtand’

Erdê ‘Çem Daqurtand’

Di tarîxê de, hikumetên dinyayê gelek caran alî xizmetkarên Yehowa kiriye (Esr 6:1-12; Est 8:10-13). Di dema me de jî, “erdê” (yanî qismên vê sîstemê yên hê maqûl) “çemê” zilmê daqurtand, ê ku ji Îblîsê “ejder” tê (Py 12:16). “Xwedayê rizgarkirinê” Yehowa carinan bi destê hikumdarên dinyayê alî xizmetkarên xwe dike (Zb 68:20; Mtl 21:1).

Eger tu seba baweriya xwe bikevî hebsê, tuyê çi bikî? Tu caran şik nebe ku çavên Yehowa li ser te ne (1Mû 39:21-23; Zb 105:17-20). Bawer be ku dilsoziya te wê bê xelat kirin, û xwişk û birayên li seranserê dinyayê wê ji dilrastiya te cesaretê bistînin (Flp 1:12-14; Py 2:10).

LI VÎDEOYA BIRÊN KORÊYÎ JI KELÊ HATINE AZAKIRINÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Li Koreya Başûr, bi hezaran birayên me çima ketibûn hebsê?

  • Hin birayên me bi saya kîjan qerarên mehkemeyê zû derketin?

  • Em çawa dikarin alî xwişk û birayan bikin, ên ku seba baweriya xwe ketine hebsê?

  • Wê baş be ku em azadiya xwe çawa bi kar bînin?

  • Ê ku alî me dike ku em li mehkemeyan serkeftî bibin, bi rastî kî ye?

Ez azadiya xwe çawa bi kar tînim?