PEYXAM 1-3
XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ |“Ez bi Kirinên Te ... Dizanim”
1:20; 2:1, 2
-
“Heft stêr”: Kalên meshkirî û hemû kalên civatê
-
“Destê [Îsa] yê rastê”: Stêr bi temamî di bin kontrol, desthilatî û rêberiya Îsa de ne. Eger ji kalekî civatê re şîret lazim be, Îsa wê vêya di wexta xwe de û bi metoda xwe bike.
-
“Heft şamdankên zêrîn”: Civatên şagirtên Îsa. Wekî ku şamdanka li konê îbadetê ronahî dida, civatên şagirtên Îsa ronahiya ruhî didin (Mt 5:14). Ev yek ku Îsa “di navenda heft şamdankên zêrîn de” dimeşe tê maneya ku ew rêberiya civatan dike.