Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 3. MÛSA 8-9

Îsbatên Bereketa Yehowa

Îsbatên Bereketa Yehowa

8:6-9, 12; 9:1-5, 23, 24

Yehowa qurbana pêşîn a kahîntiya Harûn, a ku nû hatibû saz kirin, bi agir şewitand. Vê yekê îsbat dikir ku Yehowa ji vê kahîntiyê razî ye. Bi vî awayî, Yehowa kesên ku li wê derê li hev top bûn, teşwîq dikirin ku ew piştgiriya kahîntiyê bikin. Îro, Serokkahînê mezin – Îsa Mesîh e (Îbr 9:11, 12). Di sala 1919an de, Îsa Mesîh hin zilamên meshkirî wek “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kirin (Mt 24:45). Gelo çi îsbat hene ku Yehowa ji “xulamê dilsoz” razî ye û wî bibereket dike?

  • Xulamê dilsoz li gel zilma giran dev ji tedarekkirina xwarina ruhî bernedaye.

  • Wek ji berê de hatibû gotin, mizgîna Padîşahiyê “li seranserê dinyayê” tê belav kirin (Mt 24:14).

Em çawa dikarin piştgiriya xulamê dilsoz bikin?