WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Dilsozî û Fikrên Me
Em dilsoziya xwe ne tenê bi gotin û kirinên xwe nîşan didin, lê bi fikrên xwe jî (Zb 19:14). Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku “çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin” (Flp 4:8). Rast e, ji ber qisûrên me carinan fikrên şaş tên hişê me. Eger wisa be, gerek em xwe bigirin ku wan fikrên şaş ji hişê xwe derxin û li şûna vê li ser tiştên bifeyde bifikirin. Eger em di fikrên xwe de dilsoz bimînin, ev yek wê alî bike ku em di kirinên xwe de jî dilsoz bimînin (Mq 7:21-23).
Di bin her ayetê de ji xwe re not hilde ku gerek em ji kîjan fikrên şaş birevin:
Flp 3:13