WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Navê Teşkîlata Yehowa Bilind Bike
Kesên din bala xwe didin rabûn û rûniştina Şahidên Yehowa (1Kr 4:9). Loma, em dixwazin ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez bi gotin û kirinên xwe pesn û rûmetê didim navê Yehowa?” (1Pt 2:12). Şahidên Yehowa bi gelek salan di nav xelkê de navekî baş qezenc kiriye. Û em naxwazin ku lekeyê bavêjin li ser vî navî (Wz 10:1).
Binivîse ku Şahidekî Yehowa di van rewşan de gerek çawa hereket bike û prensîpeke Kitêba Pîroz jî binivîse:
-
Kesekî nebawermend bi hêrs te rexne dike
-
Kinc û cilên te, erebe yan mala te ne birêkûpêk in
-
Li gor te qanûneke dewletê bêedalet e yan pir zehmet e
Xwişk û birayên me, yên ku di Departmana Nivîsandinê de ji bo weşanên me lêkolîn dikin çawa navê teşkîlatê bilind dikin?
LI VÎDEOYA EM JI RASTIYÊ HEZ DIKIN Û JI BO VÊ ALÎKARIYA MIROVAN DIKIN TEMAŞE BIKE Û CEWABA VÊ PIRSÊ BIDE:
Xîreta teşkîlatê ku malzemeyên rast hazir bike çawa li te tesîr dike?