XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Nîşanî Xwendekarên Xwe Bike ku Çawa Xwarina Ruhî Bistînin
Ji bo ku xwendekarên me hewcedariyên xwe yên ruhî têr bikin û ji aliyê ruhî ve xurttir bibin, tiştên ku em li dema kursê hînî wan dikin, ne bes in (Mt 5:3; Îbr 5:12–6:2). Gerek xwendekar hîn bibin ku çawa bi xwe xwarina ruhî bistînin.
Ji destpêkê ve, nîşanî xwendekarên xwe bide ku ew çawa dikarin xwe ji bo kursê hazir bikin. Bi ser de, daxwaza wan zêde bike ku ew vêya bikin (mwb18.03 6). Ji wan re bibêje ku bila ew pêşiya her lêkolîna xwe ya şexsî dua bikin. Alî wan bike ku ew hacetên me yên elektronîk ji bo lêkolînê bibînin û nîşanî wan bide ku ev hacet çawa tên bikaranîn. Wekî din, nîşanî wan bide ku çawa li tiştên nû li ser jw.org û JW Broadcasting® bibînin. Gav bi gav hînî wan bike ku ew Kitêba Pîroz her roj bixwînin, xwe ji bo civînan hazir bikin û li cewabên pirsên xwe bigerin. Rêyî wan bide ku ew çawa dikarin li ser tiştên ku ew nû hîn dibin, kûr bifikirin.
LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW ... XWARINA RUHÎ BISTÎNIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Nîtayê çawa nîşanî Jiyanayê da ku lêkolîn ne tenê ev e ku mirov cewabên pirsan bizanibe?
-
Çi alî Jiyanayê kir ku ew fehm bike ku Yehowa çima bêexlaqiyê qedexe dike?
-
Jiyanayê di heqê fikirîna kûr de çi fehm kir?