Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Xwişk Çawa Dikarin Xizmeta Xwe Zêde Bikin?

Xwişk Çawa Dikarin Xizmeta Xwe Zêde Bikin?

Xwişkên me bi dil û can piştgiriya îşê Padîşahiyê dikin (Zb 68:11). Mesela, ew gelek kursên Kitêba Pîroz îdare dikin. Piraniya pêşengên daîmî xwişk in. Bi hezaran xwişk li Beytelê û di projeyên avakirinê de dişixulin yan jî wek mizgînvanên wezîfedar û tercûman xizmet dikin. Xwişkên bitecrûbe malbat û civata xwe ava dikin (Mtl 14:1). Rast e, xwişk nikarin bibin rîspî yan alîkarên xizmetê, lê ew dîsa jî dikarin hedefên din ji xwe re deynin. Eger tu xwişk î, gelo tu çawa dikarî xizmeta xwe zêde bikî?

  • Sifetên baş bi pêş bixe (1Tîm 3:11; 1Pt 3:3-6)

  • Alî xwişkên bêtecrûbe bike (Tît 2:3-5)

  • Xizmeta xwe zêdetir û berdartir bike

  • Zimanekî nû bielime

  • Derbasî cihekî li ku derê mizgînvan hindik in, bibe

  • Ji bo xizmeta Beytelê yan ji bo îşê avakirina avahiyên teşkîlatê miraceet bike

  • Ji bo Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê miraceet bike

LI VÎDEOYA JINÊN “KU DI XIZMETA XUDAN DE DIXEBITIN” TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Gotinên van xwişkan çawa dilê te xurt kir?