XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ
Dawiya Sebra Yehowa Heye
Yehowa îzin da ku Asûr Îsraêlê bin dest bike (2Qr 17:5, 6; it-2-E 908 par. 5)
Yehowa xelkê xwe terbiye kir ji ber ku wan bi dewamî tiştên ku li wî xweş nedihatin, dikirin (2Qr 17:9-12; it-1-E 414-415)
Yehowa li hember Îsraêl bisebir bû û ew gelek caran hişyar dikirin (2Qr 17:13, 14)
Bavê meyî dilovan li hember însanên qisûrdar gelek bisebir e (2Pt 3:9). Lê belê, ji bo ku ew karibe armanca xwe pêk bîne, ewê di demeke nêzîk de bikeve hereketê û hemû kesên xerab ji holê rake. Madem ku wisa ye, çima muhîm e ku em şaşiyên xwe serrast bikin û mizgînê bi xîret belav bikin?