WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Dawiya Vê Sîstemê Nêzîk e – Netirse û bi Yehowa Bawer Be
Di demeke nêzîk de, sebra Yehowa wê li hemberî vê sîstemê xelas bibe. Dînê sexte wê ji holê bê rakirin, koalîsyoneke miletan wê hicûmî xizmetkarên Xwedê bike, û Yehowa wê hemû mirovên xerab di Harmegedonê de tune bike. Şagirtên Îsa Mesîh bi çar çavan li benda vê demê ne!
Em helbet di heqê tengahiya mezin de her tiştî nizanin. Mesela, em nizanin ku tengahiya mezin wê kengê dest pê bike. Wekî din, em nizanin ku hêzên siyasî wê li kîjan bahaneyan bigerin ku hicûma xwe ya li hemberî dîn heqdar derxin. Em nizanin ku hicûma dijminan wê heta kengê bikişîne û bi çi awayî bibe. Û em nizanin ku Yehowa wê mirovên xerab li Harmegedonê çawa helak bike.
Lê belê, Kitêba Pîroz melûmata lazim dide me, da ku em ji bo tiştên ku wê li pêşerojê çêbibin netirsin û mêrxas bibin. Mesela, em dizanin ku em “di rojên dawîn de” dijîn (2Tîm 3:1). Em dizanin ku hicûma li hember dînê rast wê bê “kurtkirin” ji bo ku ew winda nebe (Mt 24:22). Em dizanin ku Yehowa wê xizmetkarên xwe xelas bike (2Pt 2:9). Wekî din, em dizanin ku kesê ku Yehowa hilbijartiye ku dijminên wî tune bike û elaleta mezin biparêze, yekî rastdar û biqudret e (Py 19:11, 15, 16).
Seba tiştên ku wê li pêşerojê biqewimin, “ji tirsan dilê [mirovan] wê bibihûre”. Lê belê, gava em dixwînin û li ser kûr difikirin ku Yehowa xizmetkarên xwe li demên berê çawa xelas dikirin û wê di pêşerojê de çi bike, em dikarin “li jor binêrin û serê xwe hildin” û bawer bin ku xelasbûna me nêzîk e (Lq 21:26, 28).