WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Comerd Be
Îsa Mesîh got ku comerdî dikare li ser kesên din tesîr bike ku ew jî comerd bin (Lq 6:38). Eger tu bi dewamî bi comerdî bidî, ev yek dikare xwişk û birayan dehf bide ku ew jî nazik û destvekirî bin.
Dayîna bi comerdî pareke îbadeta me ye. Yehowa rind bala xwe dide kesên ku bi comerdî alî xwişk û birayên hewcedar dikin, û ew soz dide ku ewê wan xelat bike (Mtl 19:17).
LI VÎDEOYA EM ZEF RAZÎ NE BONA MERDANIYA WE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Bexşên te ji bo xêra xwişk û birayan çawa hatine bikaranîn?
-
Ferq nake ku bexşên me mezin yan biçûk bin, çima muhîm e ku em comerd bin? (Li ser jw.org, li meqaleya “Zêdehiya Hinekan ji bo Kêmasiya Kesên Din Tê Bikaranîn” binêre.)