Here Naverokê

Here naverokê

18-24 Mijdar

ZEBÛR 107-108

18-24 Mijdar

Kilam 7 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Ji Yehowa re Şikir Bikin, Çimkî Ew Qenc e

(10 deqe)

Yehowa miletê Îsraîl ji Babîlê xelas kir, û wî em jî ji tesîra dinyaya Şeytan xelas kirin (Zb 107:1, 2; Kl 1:13, 14)

Em di civatê de pesnê Yehowa didin, çimkî em ji wî re pir şikirdar in (Zb 107:31, 32; w07-E 15/4 20 par. 2)

Gava em li ser bereketên Yehowa baş bifikirin, şikirdariya me wê mezintir bibe (Zb 107:43; w15-E 15/1 9 par. 4)

2. Cewherên Ruhî

(10 deqe)

  • Zb 108:9: Ev ayet çima dibêje ku Moab wek “legana” Xwedê ye? (it-2-E 420 par. 4)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 107:1-28 (th ders 5)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA NERESMÎ. (lmd ders 1 fikir 4)

5. Ziyaretan Dubare Bike

(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Behsa Kursa Kitêba Pîroz bike û karta Kursa Kitêba Pîroz bidê. (lmd ders 9 fikir 3)

6. Gotar

(5 deqe) ijwyp 90. Mijar: Ez Çawa Dikarim ji Fikrên Negatîf Bifilitim? (th ders 14)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 46

7. Em bi Kilaman Pesnê Yehowa Didin

(15 deqe) Gotûbêj.

Piştî ku Yehowa li ber Behra Sor miletê Îsraîl ji destê Misriyan xelas kir, ew pir şikirdar bûn û ji dil ji Yehowa re stranek gotin (2Mû 15:1-19). Zilaman dest pê kir ku vê strana nû bibêjin (2Mû 15:21). Bi şûn de, Îsa Mesîh û Mesîhiyên pêşîn ji bo pesnê Xwedê stran digotin (Mt 26:30; Kl 3:16). Û em jî di civîn û komcivînan de ji Yehowa re kilaman dibêjin, çimkî em ji wî re pir şikirdar in. Mesela, navê kilama ku me çendek berê got, ev e: “Em ji Te re Şikirdar in, Yehowa”. Ev kilam ji sala 1966an ve di civînan de tê gotin.

Di hin kulturan de, zilam fedî dikin ku li ber xelkê stranan bêjin. Hin kesên din jî difikirin ku dengê wan ne xweş e û ji ber vê yekê naxwazin kilaman bibêjin. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku kilam qismekî îbadeta me ne. Teşkîlata Yehowa bi xîreteke mezin ji me re kilamên xweşik hazir dike. Wekî din, ew baş difikirin ku di her civînekê de kîjan kilam bên gotin. Wexta civînê êdî dora me ye ku em rabin ser xwe û bi hev re kilaman bibêjin. Û ev yek bi rastî ne zor e, çimkî em dikarin bi vî awayî şikirdarî û hezkirina xwe ya ji Yehowa re bînin ziman.

VÎDEOYA Teşkîlata Me Tim bi Pêş ve Diçe – Kilamên Me Pesnê Yehowa Didin, Par 2 vêxe. Paşê, van pirsan bipirse:

  • Di sala 1944an de çi çêbû?

  • Xwişk û birayên li Sîbîryayê çawa nîşan dabû ku ew pir qîmetê didin kilamên Padîşahiyê?

  • Çima kilam ji bo Şahidên Yehowa ew qas muhîm in?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 73 û Dua