30 Kanûn, 2024–5 Çile, 2025
ZEBÛR 120-126
Kilam 144 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Wan bi Hêstirên Çavan Çandin, Lê bi Şahî Dirûn
(10 deqe)
Gava Îsraîlî ji êsîrbûna li Babîlê azad bûn, ew pir kêfxweş bûn ku îbadeta rast dîsa ava bikin (Zb 126:1-3)
Kesên ku vegeriyan Cihûdayê belkî ji ber îşê xwe yê pir zehmet giriyan (Zb 126:5; w04-E 1/6 16 par. 10)
Lê wan li ber xwe dida û bereket standin (Zb 126:6; w21.11 24 par. 17; w01-E 15/7 18-19 par. 13-14; li resm binêre)
KÛR BIFIKIRE: Piştî Harmegedonê, dema avakirinê wê dest pê bike. Gelo di wê demê de emê rastî kîjan zehmetan bên? Û çi bereket li benda me ne?
2. Cewherên Ruhî
(10 deqe)
-
Zb 124:2-5: Di demên berê de, Yehowa miletê Îsraîl diparast. Gelo ewê me jî bi eynî awayî biparêze? (cl-E 73 par. 15)
-
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Zb 124:1–126:6 (th ders 5)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. (lmd ders 3 fikir 5)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Di ziyareta berê de, xwediyê malê got ku ew nikare baweriya xwe bi Kitêba Pîroz bîne. (lmd ders 9 fikir 5)
6. Mirovan Bike Şagirt
Kilam 155
7. Sozên Xwedê Me Pir Kêfxweş Dikin
(15 deqe) Gotûbêj.
Gava Yehowa miletê xwe ji êsîrbûna li Babîlê azad kir, wî sozên xwe anîn cih. Wî ew xelas kirin û gunehên wan efû kirin (Îş 33:24). Di wexta êsîrbûna wan de, şêr û heywanên din ên wehşî li welêt zêde dibûn. Lê Yehowa nehişt ku ew zerarê bidin xizmetkarên wî û heywanên wan jî (Îş 65:25). Ew kêfxweş bûn, di malên xwe de rûdiniştin û fêkiyên rezên xwe dixwarin (Îş 65:21). Xwedê ew bibereket kirin û emrê wan dirêj kir (Îş 65:22, 23).
VÎDEOYA Ji Sozên Yehowa yên li ser Aştiyê Kêfxweşiyê Bistînin – Bi Qismî vêxe. Paşê van pirsan bipirse:
-
Îro ev pêxembertî bi kîjan awayî tên cih?
-
Di dinyaya nû de, ewê çawa rasterast bên cih?
-
Tu herî zêde li benda çi yî?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) bt beş 20 par. 8-12, çarçoveya li rûp. 161ê