WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Hacetên Elimandinê bi Hostetî bi Kar Bîne
Îşê şagirtkirinê wek avakirina xaniyan e. Ji bo ku îşê avakirinê rind bi pêş ve here, gerek em hacetên xwe bi hostetî bi kar bînin. Ji her tiştî zêdetir, gerek em Kitêba Pîroz, yanî hacetê xwe yê herî muhîm, rind bixebitînin (2Tîm 2:15). Wekî din, gerek em vîdeo û weşanên din, ên ku di qutiya Hacetên Elimandinê de hene, rind bişixulînin ji bo ku em karibin mirovan bikin şagirtên Îsa. *
Tu çawa dikarî Hacetên Elimandinê hê baştir bi kar bînî? (1) Ji nazirê koma xizmetê alîkariyê bixwaze, (2) tevî mizgînvan an pêşengekî ceribandî derkeve xizmetê û (3) Hacetên Elimandinê her û her di xizmetê de bi kar bîne. Her ku tu di warê xebitandina van weşan û vîdeoyan de bibî hoste, tuyê ji îşê avakirina ruhî zêdetir kêfê bistînî.
KOVAR
BROŞÛR
KITÊB
BELAVOK
VÎDEO
DAWETIYE
KARTA JW.ORG
^ par. 3 Eger li gor hewcedariyên xwendekaran lazim be, tu helbet dikarî weşanên din jî bi kar bînî.