Qenckirina li Roja Sebtê
Îsa çima seba serhişkiya alimên Cihû xemgîn bû? Çimkî wan roja Sebtê bi gelek qedexeyên fizûlî giran kiribû. Mesela, qedexe bû ku mirov spiyekê bikuje. Heta ku talûkeya mirinê tune be, wan qenckirina nexweşiyan qedexe kiribû. Mesela, hestiyên şikestî an jicihderketî li roja Sebtê nedihatin qenc kirin. Xuya ye ku dilê aliman bi zilamê desthişkbûyî nedişewitî.