Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Perwerdeya Xwedê Bigere

Li Perwerdeya Xwedê Bigere

ÇIMA MUHÎM E? Mamosteyê meyî herî mezin, Yehowa, perwerdeya herî baş pêşkêşî me dike. Ew rêyî me dide ku em çawa karibin jiyana xwe baştir bikin û me ji bo jiyana bêdawî hazir dike. Bi ser de, perwerdeya Xwedê bêpere ye! (Îş 11:6-9; 30:20, 21; Py 22:17). Bi saya perwerdeya teokratîk, Yehowa alî me dike ku em mizgînê bidin kesên din jî (2Kr 3:5).

ÇAWA?

  • Sifatên dilnizmî û sernermiyê li xwe zêde bike (Zb 25:8, 9)

  • Fersendên perwerdebûnê rind bi kar bîne; mesela, li civîna Xizmet û Jiyanê wezîfeyan qebûl bike

  • Ji xwe re armancên ruhî deyne (Flp 3:13)

  • Ji bo zêdetir perwerdeyê fedakarî bike (Flp 3:8)

VÎDEOYA JI YEHOWA KEREMÊN RUHANÎ DISTÎNIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hin xwişk û birayên me çawa serî bi astengan re derxist ku herin Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê?

  • Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê çi cure perwerdeyê dide?

  • Xwişk û birayên me çawa alî kesên tayînkirî kiriye?

  • Şertên ji bo Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê çi ne? (kr-TK 189)

  • Wekî dini, li teşkîlata Yehowa çi cure perwerde hene?

Tuyê ji perwerdeya teokratîk çi bereketan bistînî?