6-12 Nîsan
Roja Sêşemê, 7 Nîsan 2020 – Bîranîna Mirina Îsa Mesîh
Li her demsala Bîranînê, gelek xwişk û bira li ser hezkirina mezin a Yehowa û Kurê wî Îsa Mesîh kûr difikirin (Yh 3:16; 15:13). Tabloya jêrîn nîşan dide ku çar qeydên Încîlê li ser rojên dawîn ên xizmeta Îsa li Orşelîmê çi dibêjin. Ev bûyer li para 6an a kitêba Jesus—The Way, the Truth, the Life (E) derbas dibin. Hezkirina Xwedê û Mesîh te teşwîq dike ku tu çi bikî? (2Kr 5:14, 15; 1Yh 4:16, 19).
XIZMETA DAWÎN A ÎSA LI ORŞELÎMÊ
Wext |
Cih |
Bûyer |
Metta |
Marqos |
Lûqa |
Yûhenna |
---|---|---|---|---|---|---|
8 Nîsan 33 (1-2 Nîsan 2020) |
Beytanya |
Îsa şeş roj berî Cejna Derbasbûnê digihîje Beytanyayê |
|
|
|
|
9 Nîsan (2-3 Nîsan 2020) |
Beytanya |
Meryem li ser serê Îsa rûn dirijîne |
|
|||
Beytanya - Beytfacê - Orşelîm |
Îsa li ser kerekê siwar dibe û bi zafer dikeve Orşelîmê |
|||||
10 Nîsan (3-4 Nîsan 2020) |
Beytanya - Orşelîm |
Li dara hêjîrê nifir dike; perestgehê dîsa paqij dike |
|
|||
Orşelîm |
Serekên kahînan û Şerîetzan dixwazin Îsa bikujin |
|
|
|||
Yehowa xeber dide; Îsa dibêje ku ewê bê kuştin; wek Îşaya ji berê de gotibû, Cihû pê bawer nakin |
|
|
|
|||
11 Nîsan (4-5 Nîsan 2020) |
Beytanya - Orşelîm |
Dersa dara hêjîrê ya hişk |
|
|
||
Orşelîm, perestgeh |
Ji Îsa pirs dikin ka wî otorîteya xwe ji kê stend; mesela du kuran |
|
||||
Mesel: rezvanên mêrkuj, dawet |
|
|||||
Îsa cewabên pirsên li ser Xwedê, Qeyser, rabûna miriyan û emrê herî mezin dide |
|
|||||
Ji elaletê pirs dike ka Mesîh kurê Dawid e yan na |
|
|||||
Lome li Şerîetzan û Ferîsiyan dike |
|
|||||
Bala xwe dide bexşa jinebiyê |
|
|
||||
Çiyayê Zeytûnê |
Îsa behsa nîşana hazirbûna xwe dike |
|
||||
Mesel: deh keçik, telant, mî û bizin |
|
|
|
|||
12 Nîsan (5-6 Nîsan 2020) |
Orşelîm |
Alimên Cihû plan dikin ku wî bikujin |
|
|||
Cihûda qebûl dike ku Îsa bide destê wan |
|
|||||
13 Nîsan (6-7 Nîsan 2020) |
Orşelîm û derdora wê |
Ji bo Cejna Derbasbûnê haziriyê dike |
|
|||
14 Nîsan (7-8 Nîsan 2020) |
Orşelîm |
Cejna Derbasbûnê tevî şandiyên xwe pîroz dike |
|
|||
Lingên şandiyên xwe dişo |
|
|
|
|||
Eyan dike ku Cihûda xayîn e û wî dişîne |
||||||
Şîva Xudan dest pê dike (1Kr 11:23-25) |
|
|||||
Dibêje ku Petrûs wê wî înkar bike û şandî wê belav bibin |
||||||
Soz dide ku alîkar wê bê; mesela mêwa rastîn; emrê hezkirinê dide; duaya dawîn tevî şandiyan |
|
|
|
|||
Gêtşemanî |
Îsa li baxçe dilteng dibe; Cihûda Îsa dide destê dijminan û ew tê girtin |
|||||
Orşelîm |
Henan Îsa dide ber pirsan; Îsa li ber Qeyafa û civîna giregiran tê dîwan kirin; Petrûs wî înkar dike |
|||||
Cihûdayê xayîn xwe darde dike (Kar 1:18, 19) |
|
|
|
|||
Îsa tê ber Pîlatos, paşê ber Hêrodês û paşê dîsa ber Pîlatos |
||||||
Pîlatos dixwaze wî berde, lê Cihû diwazin ku Barabas bê berdan; cezaya mirinê distîne û li ser dîrekekê tê darde kirin |
||||||
(weke saeta 15:00) |
Golgota |
Li ser dîrekê dimire |
||||
Orşelîm |
Bedena wî ji direkê hiltînin û dikin tirbeyê |
|||||
15 Nîsan (8-9 Nîsan 2020) |
Orşelîm |
Serekên kahînan û Fêrisî tirbeyê mor dikin û nobedar datînin ber tirbeyê |
|
|
|
|
16 Nîsan (9-10 Nîsan 2020) |
Orşelîm û derdora wê; Emwas |
Îsa ji mirinê radibe; pênc caran ji şagirtên xwe re xuya dibe |
||||
Piştî 16ê Nîsanê |
Orşelîm; Celîle |
Gelek caran ji şagirtan re xuya dibe (1Kr 15:5-7; Kar 1:3-8); hîn dike; îşê şagirtkirinê dide wan |
|
|