Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Ji bo Min Tiştê Herî Muhîm Çi ye?

Ji bo Min Tiştê Herî Muhîm Çi ye?

Aqûb ji bo tiştekî pir muhîm, yanî ji bo bereketa Yehowa, bi melekekî re gulaş kir (1Mû 32:24-31; Hş 12:3, 4). Gelo em jî xîret dikin ku guhdariya Yehowa bikin û bereketa wî bistînin? Mesela, eger lazim be ku em qerarê bidin ka emê herin civînekê yan çend saetan zêdetir li îşê xwe bixebitin, tercîha me wê çi be? Eger em wext, qewet û derfetên xwe ji bo Yehowa bi kar bînin, ewê ‘qasî ku têra me dike bereketê li ser me birijîne’ (Mlx 3:10). Ewê me biparêze, rêberiya me bike û hewcedariyên me tedarek bike (Mt 6:33; Îbr 13:5).

LI VÎDEOYA NÊTÊN XWEYE RUHANÎ TIMÊ BÎRA XWEDA XWEY KIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Xwişka me çawa hat ceribandin?

  • Em çawa dikarin ji aliyê îşê xwe ve bên ceribandin?

  • Gava Tîmotêyos êdî ji aliyê ruhî ve gihîştî bû, çima dîsa jî lazim bû ku ew ji xwe re armancan deyne? (1Tîm 4:16)

  • Di jiyana te de tiştê herî muhîm çi ye?

    Em çawa dikarin nîşan bidin ku ji bo me tiştê herî muhîm çi ye?