WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Xwe ji Xwedayên Xerîb Dûr Bigirin
Qanûneke ku pûtperestiyê qedexe dike her çi qas hê nehatibû dayîn jî, Aqûb dizanibû ku gerek mirov tenê ji Yehowa re îbadetê bike (2Mû 20:3-5). Loma, piştî ku Yehowa ji wî re got ku bila ew vegere Beytelê, Aqûb ji maliyên xwe re got ku gerek ew pûtên xwe bavêjin. Paşê, Aqûb hemû pût û guharên ku belkî wek tilism dihatin bi kar anîn, avêtin (1Mû 35:1-4). Bê guman, kirinên Aqûb dilê Yehowa şa kir.
Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em tenê ji Yehowa re îbadetê dikin? A yekê, gerek em xwe ji her tiştê ku bi pûtperestî yan cindariyê ve girêdayî ye, dûr bigirin. Ji bo vê, gerek em eşyayên ku bi sêrbaziyê ve girêdayî ne, bavêjin û mijûliyên xwe rind analîz bikin. Mesela, ji xwe wisa bipirse: “Gelo ez ji kitêb yan fîlmên ku tiştên wek vampîr, zombî yan cindariyê nîşan didin, kêfê distînim? Gelo mijûliyên min sêrbazî û cindariyê wek tiştekî bêzerar nîşan didin?” Gerek em xwe ji tiştên ku Yehowa ji wan nefret dike, dûr bigirin (Zb 97:10).
LI VÎDEOYA “MIQABILÎ MÎRÊCIN BISEKININ” (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Di jiyana Palesayê de çi problem derket?
-
Eger problemeke bi cindariyê hebe, alîkariya kalên civatê çima bifeyde ye?
-
Kesên ku dixwazin ku Yehowa wan biparêze gerek xwe bi temamî ji çi dûr bigirin?
-
Palesayê problema xwe çawa safî kir?
-
Eger li herêma te tiştek yan adetek bi sêrbaziyê ve girêdayî ye, tu çawa dikarî xwe ji tesîra cinan dûr bigirî?