Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | METTA 14-15

Îsa Gelekan bi Destê Hinekan Têr Dike

Îsa Gelekan bi Destê Hinekan Têr Dike

Berî Cejna Derbasbûnê ya li sala 32an a P.M., Îsa mucîzeyek çêkir. Tenê ev mucîze di her çar încîlan de hatiye qeyd kirin.

Bi saya vê mucîzeyê, Îsa nimûneyek nîşan da ku ew heta zemanê îroyîn jî hê bi kar tîne.

14:16-21

  • Her çi qas tenê 5 nan û 2 masî hebûn jî, Îsa ji şagirtên xwe re got ku ew bi hezaran kesan têr bikin.

  • Îsa nan û masî hildan, şikur kir û ew dan şagirtên xwe, û sagirtên wî jî ew ji xelkê re belav kirin.

  • Bi qudreta Xwedê, xwarin bi zêdeyî çêbû. Îsa bi destê hinekan – yanî bi destê şagirtên xwe – gelek kes têr kirin.

  • Îsa ji berê de got ku di rojên dawîn de, ewê komekê tayîn bike ku di wextê de xwarina ruhî tedarek bike (Mt 24:45).

  • Li sala 1919an, Îsa “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kir. Ev komeke biçûk ji birayên meshkirî tê meydanê, yên ku “xulamên” Îsa têr dikin.

  • Bi destê vê koma biçûk, Îsa dîsa gelekan têr dike, wekî ku wî li sedsala yekê kiribû.

Ez çawa dikarim eyan bikim ku ez qîmetê didim vê komê û qebûl dikim ku Îsa bi destê vê komê xwarina ruhî tedarek dike?