Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

“Qedrê dê û bavê xwe bigire”

“Qedrê dê û bavê xwe bigire”

Gava Îsa li ser rûyê erdê bû, wî bala me kişand li ser vî emrî: “Qedrê dê û bavê xwe bigire” (2Mû 20:12; Mt 15:4). Gava Îsa ciwan bû, wî jî li gor vî emrî hereket dikir (Lq 2:51). Piştî ku Îsa mezin bû jî, wî ev emir dîsa dianî cih. Mesela, wî tenzîm kir ku piştî mirina xwe, yekî li dîya wî binêre (Yh 19:26, 27).

Li zemanê me jî, ciwanên ku di riya Mesîh de dimeşin guhdariya dê û bavê xwe dikin û bi vî awayî qedrê wan digirin. Gerek em di hemû emrê xwe de qedrê dê û bavê xwe bigirin. Wexta ku dê û bavê me kal û pîr dibin jî, wê baş be ku em qedrê wan bigirin û ji hîkmeta wan feyde bistînin (Mtl 23:22). Wekî din, wexta ku ew kal û pîr dibin, gerek em hewcedariyên wan ên madî û manewî temîn bikin (1Tîm 5:8). Emrê me çi qas dibe bila bibe, gerek em bi dê û bavê xwe re îrtibateke germ mihafize bikin û wisa qedrê wan bigirin.

LI ANÎMASYONA ÇAWA TEVÎ DÊ-BAVÊ XWE XEBER DIM? (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Dibe ku çima ji te re zor bê ku tu bi dê û bavê xwe re sohbet bikî?

  • Gava tu bi dê û bavê xwe re sohbet dikî, tu çawa dikarî qedrê wan bigirî?

  • Wê çima baş be ku tu bi dê û bavê xwe re sohbet bikî? (Mtl 15:22)

    Bi saya sohbetên te bi dê û bavê xwe re, tu dikarî hê serkeftî bibî