Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Pirsan Bipirse

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Pirsan Bipirse

ÇIMA MUHÎM E? Fikrên dilê mirovan “mîna avên kûr in”, û pirsên me jî mîna dewlikê ye, a ku van fikran derdixe meydanê (Mtl 20:5). Bi saya pirsan, em dikarin guhdarên xwe bipeyivînin. Cewabên pirsên munasîb carinan dikarin alî me bikin ku em guhdarên xwe rindtir fehm bikin. Pirsên Îsa pir bitesîr bûn. Em çawa dikarin wek wî bikin?

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Bi pirsên xwe fikir û ramanên guhdarên xwe fehm bike. Ji bo ku ew fikir û ramanên şagirtên xwe fehm bike, Îsa çend pirsên ku bi hev ve girêdayî ne, dipirsîn (Mt 16:13-16; be-E 238 par. 3-5). Tu dikarî kîjan pirsan bipirsî ku tu fikir û ramanên guhdarên xwe fehm bikî?

  • Bi pirsên xwe guhdarên xwe bigihîne netîceyê. Ji bo rastkirina fikrên Petrûs, Îsa çend pirs pirsîn û cewabên muhtemel dan wî. Bi vî awayî, wî alî Petrûs kir ku ew bigihîje netîceya rast (Mt 17:24-26). Tu dikarî bi kîjan pirsên xwe alî guhdarên xwe bikî ku ew bigihîjin netîceya rast?

  • Pesnê guhdarên xwe bike. Piştî ku şerîetzanekî “bi aqilmendî bersîv da”, Îsa pesnê wî da (Mq 12:34). Tu çawa dikarî pesnê kesekî bidî, yê ku cewab dide pirsekê?

LI PARA YEKÊ YA VÎDEOYA BIKE EW, ÇI KU ÎSA DIKIR: HÎN KE (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Melûmata ku ev bira dide xwendekarê xwe her çi qas rast be jî, metoda wî ya elimandinê çima ne munasîb e?

  • Çima lazim e ku em ne tenê melûmatê bidin mirovan?

LI PARA DIDUYAN A VÎDEOYA BIKE EW, ÇI KU ÎSA DIKIR: HÎN KE (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Birayê li vîdeoyê bi pirsên xwe çawa alî xwendekarê xwe dike?

  • Em dikarin kîjan aliyên din ên metoda wî ya elimandinê ji xwe re bikin nimûne?

Metoda me ya elimandinê li ser kesên din çawa tesîr dike? (Lq 24:32)