Here Naverokê

Here naverokê

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | METTA 18-19

Xwe û Kesên Din ji Rê Dernexîne

Xwe û Kesên Din ji Rê Dernexîne

Di meselên xwe de, Îsa nîşan da ku gerek em xwe an jî kesên din ji rê dernexînin.

18:6, 7

  • Hal û hereketên yekî dikarin yekî din ji rê derxînin, yanî bibin sebebê ku ew bişemite û bikeve gunehê

  • Li şûna ku em yekî din ji rê derxînin, wê çêtir be ku beraşek li stûyê me bê daleqandin û em bikevin behrê

Beraş

18:8, 9

  • Îsa ji şagirtên xwe re got ku gerek ew her tiştê ku dikare wan ji rê derxînin, ji xwe jêkin – ev tişt bi qasî dest an çav biqîmet be jî.

  • Li şûna ku em tiştekî wisa nehêlin û herin Gehennayê (sembola helaka ebedî), wê çêtir be ku em dev ji tiştekî wisa berdin û bikevin Padîşahiya Xwedê.

Di jiyana min de, çi dikare min ji rê derxîne, û gerek ez çi bikim ku ez xwe an kesên din ji rê dernexînim?