Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Bi Dilxwazî û bi Sebir li Bendê Be

Bi Dilxwazî û bi Sebir li Bendê Be

Çi qas wext e ku tu li benda Padîşahiya Xwedê yî? Hin tengahî hebin jî, gelo tu bi sebir li bendê yî? (Rm 8:25). Hin şagirtên Îsa rastî nefret û neheqiyê tên, dikevin hebsê an jî bi mirinê tên tehdît kirin. Gelek kesên din jî nexweş in an kal û pîr bûne.

Gava tengahî çêdibin, çi wê alî me bike ku em bi dilxwazî li bendê bin? Gerek em her roj Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê kûr bifikirin ku baweriya me qewî bimîne. Hewce ye ku em bala xwe baş bidin hêviya xwe (2Kr 4:16-18; Îbr 12:2). Gerek em ji Yehowa re niyaz bikin û ruhê pîroz bixwazin (Lq 11:10, 13; Îbr 5:7). Bavê meyî ezmanî ji me hez dike û dikare alî me bike ku em bi dilxweşî sebir bikin (Kl 1:11).

LI VÎDEOYA EM GEREKÊ BI SEBIR BIREVIN; ÇEV BIDINE MESELÊN BAŞ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Tiştên ku em hêvî nakin çawa dikarin li ser jiyana me tesîr bikin? (Wz 9:11).

  • Gava tengahî çêdibin, dua çawa dikare alî me bike?

  • Eger em bi qasî berê nikaribin ji Yehowa re xizmet bikin, gerek em çima bala xwe bidin vê ku em niha çi dikarin bikin?

  • Bila çavê te bi dewamî li ser xelatê be

    Çi alî te dike ku tu emîn bî ku tuyê xelatê bistînî?