Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Kursên Kitêba Pîroz, ên ku bi Pêş ve Naçin, Bide Sekinandin

Di Xizmetê de Hunerên Xwe bi Pêş Bixe – Kursên Kitêba Pîroz, ên ku bi Pêş ve Naçin, Bide Sekinandin

ÇIMA MUHÎM E? Ji bo xelasbûnê, lazim e ku mirov gazî navê Yehowa bikin (Rm 10:13, 14). Lê belê hinek her çi qas dixwazin Kitêba Pîroz bielimin jî, ew ne hazir in ku li gor qanûnên Yehowa bijîn. Wexta me pir biqîmet e. Ji ber vê yekê, em dixwazin vê wextê bi aqilmendî bi kar bînin û alî van kesan bikin, ên ku bi rastî hazir in ku jiyana xwe biguherînin û dilê Yehowa şa bikin. Eger xwendekarekî Kitêba Pîroz piştî wexteke maqûl dîsa jî bi pêş ve neçe, wê baş be ku em kursa Kitêba Pîroz bidin sekinandin û bala xwe bidin kesên ku Yehowa dikişîne ba xwe û ba teşkîlata xwe (Yh 6:44). Eger ev kes paşê nîşan bide ku dilê wî êdî ‘ji bo jiyana herheyî hazir e’, emê helbet bixwazin dîsa bi wî re dest bi kursê bikin (Kar 13:48, WDN).

GEREK TU ÇI BIKÎ?

  • Pesnê xwendekar bide ji ber ku ew dixwaze “zanîna rastiyê” bistîne (1Tîm 2:4).

  • Rêyî wî bide ku gerek ew tiştên ku ew hîn dibe, di jiyana xwe de pêk bîne (Lq 6:46-49).

  • Mîsala Îsa ya di heqê cotkar de muzakere bike. Wê baş be ku xwendekar fehm bike ku ew çima bi pêş ve naçe (Mt 13:18-23).

  • Bi nezaket îzah bike ku tu çima dixwazî kursê bidî sekinandin.

  • Ji wî re bibêje ku tuyê wî car caran ziyaret bikî, û eger ew rojekê bi pêş ve here, hûn dikarin dîsa dest bi kursê bikin.

LI VÎDEOYÊ TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Ji sohbetê tê fehm kirin ku xwendekar bi pêş ve naçe. Tu ji vê sohbetê çi hîn bûyî?

  • Mizgînvan çawa ji xwendekar re îzah kir ku gerek ew jiyana xwe biguherîne?

  • Mizgînvan çawa fersend da ku kurs paşê dîsa dest pê bike?