Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Tebîat Sifatên Xwedê, yên ku Nayên Dîtin, Çawa Eyan Dike?

Tebîat Sifatên Xwedê, yên ku Nayên Dîtin, Çawa Eyan Dike?

Gava tu bala xwe didî kulîlkên reng bi reng, ezmanê ku bi stêrkan xemilandî ye an jî xuşexuşa şelaleyan, ma tu ji Xwedê re heyran nabî? Tiştên ku em li derdora xwe dibînin, sifatên Xwedê, yên ku nayên dîtin, bi zelalî eyan dikin (Rm 1:20). Gava em li ser tebîatê kûr difikirin, em qewet, hezkirin, hîkmet, edalet û comerdiya Xwedê fehm dikin (Zb 104:24).

Hin karên destê Yehowa, yên ku tu her roj dibînî, çi ne? Dibe ku tu ne di nav tebîatê de, lê li bajêr dijî. Dîsa jî, tu dikarî çivîk û daran bibînî. Eger em hûr û kûr li ser karên Yehowa bifikirin, ev yek wê alî me bike ku em bi zêdeyî xeman nekişînin, bala xwe bidin tiştên herî muhîm û baweriya xwe zêde bikin ku Yehowa wê me heta bi hetayê xwedî bike (Mt 6:25-32). Eger zarokên te hene, alî wan bike ku ew sifatên Yehowa yên bêemsal fehm bikin. Her ku em bînin ber çavê xwe ku Yehowa her tişt çi qas xweş çêkiriye, emê nêziktirî wî bibin (Zb 8:3, 4).

LI VÎDEOYA YARATILIŞ HARİKALARI TANRI’NIN İHTİŞAMINI YANSITIR: IŞIK VE RENK (TK) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Pîgment çawa alî me dikin ku em rengan bibînin?

  • Rengên guhêrbar çawa tên meydanê?

  • Rengê ezmên çawa diguhere?

  • Li nêzikî mala te, kîjan rengên tebîatê hene?

  • Wê çima baş be ku em wext veqetînin ku li tebîatê rind binêrin?

Şewq û reng li ser sifatên Yehowa çi eyan dike?