Here Naverokê

Here naverokê

15-21 Tîrmeh

ZEBÛR 63-65

15-21 Tîrmeh

Kilam 108 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Hezkirina Dilsoz a Xwedê ji Jiyanê Bêtir e

(10 deqe)

Dostaniyeke qewî ya bi Xwedê re ji jiyana me jî biqîmettir e (Zb 63:3; w01-E 15/10 15-16 par. 17-18)

Her çi qas em li ser hezkirina dilsoz a Yehowa kûr difikirin, şikirdariya me ew qas mezintir dibe (Zb 63:6; w19.12 28 par. 4; w15-E 15/10 24 par. 7)

Şikirdariya ji bo hezkirina dilsoz a Xwedê me teşwîq dike ku em bi kêfxweşî pesnê wî bidin (Zb 63:4, 5; w09-E 15/7 16 par. 6)

TEWSIYEYEKE JI BO ÎBADETA MALBATÊ: Li ser vê yekê ku Yehowa çawa hezkirina dilsoz nîşanî we daye, sohbetê bikin.

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 64:3: Ev ayet çawa alî me dike ku em bi dewamî bi zimanekî şîrîn xeber bidin? (w07-E 15/11 15 par. 6)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 63:1–64:10 (th ders 12)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Xwediyê malê zimanê te nizane. (lmd ders 3 fikir 4)

5. Dest bi Sohbetê Bike

(2 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Berî ku tu dikarî behsa mizgîniyê bikî, sohbet bidawî dibe. (lmd ders 2 fikir 4)

6. Dest bi Sohbetê Bike

(3 deqe) XIZMETA LI CIHEKÎ UMÛMÎ. Pê derxe ku mirov bi kîjan mijarê eleqedar e. Û li ser vê sohbetê bikin ku hûn çawa dikarin dîsa hevdû bibînin. (lmd ders 1 fikir 5)

7. Baweriya Xwe Şîrove Bike

(4 deqe) Temaşe. ijwfq 51. Mijar: Şahidên Yehowa Çima Dîsa Diçin cem Kesên ku Berê Nedixwestin Guh Bidin Wan? (lmd ders 4 fikir 3)

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 154

8. Em Çawa Dikarin Hezkirina Xwe Nîşanî Yehowa Bidin?

(15 deqe) Gotûbêj.

Kerema Yehowa, yanî hezkirina wî ya dilsoz, mezin e (Zb 86:15). Peyva Îbranî, ya ku li Wergera Dinyaya Nû ya bi zimanê Îngilîzî wek “hezkirina dilsoz” hatiye tercûmekirin, bi eslê xwe tê maneya hezkirina sadiq, dilrast û dilsoz. Erê, Yehowa ji hemû însanan hez dike, lê ew hezkirina xwe ya dilsoz tenê ji xizmetkarên xwe re, yanî ji dostên xwe re nîşan dide (Zb 33:18; 63:3; Yh 3:16; Kar 14:17). Gava em ji Yehowa hez dikin, em dikarin nîşan bidin ku em qîmetê didin hezkirina wî ya dilsoz. Çawa? Gerek em guh bidin qanûnên wî, mesela qanûna ku em mirovan bikin şagirt (Mt 28:19; 1Yh 5:3).

VÎDEOYA Li Xizmetê Hezkirina Daîm Nîşan Bide vêxe. Paşê van pirsan bipirse:

Hezkirina dilsoz me di van hal û rewşan de çawa teşwîq dike ku em mizgîniyê belav bikin?

  • Em westiyayî ne.

  • Em rastî muxalefetê tên.

  • Em bi îşên rojane mijûl in.

9. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 79 û Dua