Here Naverokê

Here naverokê

29 Tîrmeh–4 Tebax

ZEBÛR 69

29 Tîrmeh–4 Tebax

Kilam 13 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)

XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ

1. Tiştên ku Hatibûn Serê Îsa Mesîh di Zebûra 69an de ji Berê ve Hatibûn Nivîsandin

(10 deqe)

Mirovan bê sebeb ji Îsa Mesîh nefret dikir (Zb 69:4; Yh 15:24, 25; w11-E 15/8 11 par. 17)

Îsa Mesîh ji bo mala Yehowa xîretkêşî nîşan dida (Zb 69:9; Yh 2:13-17; w10-E 15/12 8 par. 7-8)

Dilê Îsa Mesîh pir teng bû, û şeraba ku bi tiştên tehl hat tevlihevkirin ji wî re pêşkêş kirin (Zb 69:20, 21; Mt 27:34; Lq 22:44; Yh 19:34; g95-E 22/10 31 par. 4; it-2-E 650)


KÛR BIFIKIRE: Gelo Yehowa çima wisa kir ku di Nivîsarên Îbranî de pêxembertiyên di heqê Mesîh de hebin?

2. Cewherên Ruhî:

(10 deqe)

  • Zb 69:30, 31: Ev ayet çawa alî me dikin ku em duayên xwe hê baştir bikin? (w99-E 15/1 18 par. 11)

  • Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Zb 69:1-25 (th ders 2)

XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE

4. Bisebir Be – Îsa Mesîh Çi Kir?

(7 deqe) Gotûbêj. VÎDEOYÊ vêxe, û paşê li ser lmd ders 8 fikir 1-2 sohbetê bike.

5. Bisebir Be – Wek Îsa Mesîh Bike

(8 deqe) Gotûbêja li ser esasê lmd ders 8 fikir 3-5 û “Li Van Ayetan Binêre”

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Kilam 134

6. Hewcedariyên Civatê:

(5 deqe)

7. Prensîpên ji bo Êvara Îbadeta Malbatê

(10 deqe) Gotûbêj.

Di Çileya 2009an de, Lêkolîna Kitêbê ya Civatê, Mekteba Xizmeta Teokratîk û Civîna Xizmetê hatin kirin yek û bûn Civîna Jiyan û Xizmetê. Ev guhertin alî malbatan dike ku ew her hefte di êvarekê de îbadeta malbatê derbas bikin. Gelek xwişk û bira ji bo vê guhertinê pir şikirdar bûn, çimkî ev alî wan dike ku wek malbat nêzîktirî Yehowa û hevdû bibin (5Mû 6:6, 7).

Kîjan prensîp alî serê malbatê dike ku Îbadeta Malbatê her hefte bi awayekî baş derbas bike?

  • Her tim derbas bike. Eger mumkin e, îbadeta malbatê her hefte di eynî wextê de derbas bike. Eger ji nişka ve tiştek bê guhertin, hazir be ku îbadeta malbatê di rojeke din a wê heftiyê de derbas bikî

  • Hazir be. Tevî xanima xwe li ser bernameyê sohbetê bike, carinan ji zarokên xwe jî bipirse. Ne lazim e ku haziriya ji bo bernameyê gelek wext hilde, bi xisûsî, eger malbata te hez dike ku bernameyê her hefte bi eynî şeklî derbas bike

  • Bernameyê li gor hewcedariyên malbata xwe eyar bike. Gava ku zarok mezin dibin, fikir û hewcedariyên wan jî tên guhertin. Bernameya te gerek alî hemû ferdên malbata te bike ku ew baweriya xwe bi Yehowa xurttir bikin

  • Xîret bike ku di nav we de hezkirin û rihetî hebe. Gava hewa xweş e, belkî hûn dikarin îbadeta malbatê li derveyî malê derbas bikin. Hûn dikarin navberan jî bikin. Rast e, bername gerek bala we bikişîne ser problemên xisûsî yên malbatê, lê dîsa jî îbadeta malbatê bi kar neynin ku zarokan rexne bikin û wan terbiye bikin

  • Cure cure tiştan biceribînin. Mesela, hûn dikarin xwe ji bo civînan hazir bikin yan jî li vîdeoyeke jw.org temaşe bikin û li ser vê sohbetê bikin. Wekî din, hûn dikarin ji bo belavkirina mizgîniyê prova bikin. Hedefa sereke ya Îbadeta Malbatê helbet ev e ku ferdên malbatê bi hev re sohbetê bikin. Dîsa jî hin ferdên malbatê dikarin di dema îbadeta malbatê de xwe bi xwe lêkolîneke şexsî jî bikin

Li ser vê pirsê sohbet bike:

  • We çawa xîret kiriye ku van prensîpan di îbadeta malbatê de bînin cih?

8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê:

Gotinên Dawîn (3 deqe) | Kilam 114 û Dua