5-11 Tebax
ZEBÛR 70-72
Kilam 59 û Dua | Pêşgotin (1 deqe)
1. Ji Neslê Nû re Behsa Qudreta Xwedê Bike
(10 deqe)
Di ciwantiya xwe de, Dawid didît ku Yehowa ew çawa diparast (Zb 71:5; w99-E 1/9 18 par. 17)
Dawid di kalbûna xwe de didît ku destê Yehowa li ser wî ye (Zb 71:9; g04-E 8/10 23 par. 3)
Dawid ji ciwanan re behsa jiyana xwe dikir û cesaret dida wan (Zb 71:17, 18; w14-E 15/1 23 par. 4-5)
JI XWE WISA BIPIRSE: “Di êvara Îbadeta Malbatê de, ez dixwazim ji kîjan xwişk an bira, yê ku gelek salan ji Yehowa re xizmet dike, pirsan bipirsim?”
2. Cewherên Ruhî:
(10 deqe)
-
Zb 72:8: Gotinên di 1. Mûsa 15:18 de, yên ku Yehowa ji Birahîm re soz dabûn li dema hukimdariya Silêman Padîşah çawa hatibûn cih? (it-1-E 768)
-
Li xwendina Kitêba Pîroz a vê heftiyê, te kîjan cewherên ruhî dîtine?
3. Xwendina Kitêba Pîroz:
(4 deqe) Zb 71:1-24 (th ders 5)
4. Dest bi Sohbetê Bike
(3 deqe) XIZMETA MAL BI MAL. Gava xwediyê malê dixwaze bi te re minaqeşe bike, sohbetê bi nermî xelas bike. (lmd ders 4 fikir 5)
5. Ziyaretan Dubare Bike
(4 deqe) XIZMETA NERESMÎ. Sohbeta bi merivekî xwe re dewam bike. Ew ne emîn e ka Kitêba Pîroz lêkolîn bike yan na. (lmd ders 8 fikir 4)
6. Baweriya Xwe Şîrove Bike
(5 deqe) Gotar. ijwfq 49. Mijar: Çima Şahidên Yehowa Hin Hînkirinên Xwe Guhertine? (th ders 17)
Kilam 76
7. Hin Fikrên ji bo Îbadeta Malbatê
(15 deqe) Gotûbêj.
Ji bo ku zarok “terbiye û şîreta” Yehowa bistînin Îbadeta Malbatê pir muhîm e (Ef 6:4). Ji bo hînbûnê pir wext û xîret lazim e, lê gava ku zarok rastiyên Kitêba Pîroz baştir fehm bikin, ewê ji hînbûnê zêdetir kêfê bistînin (Yh 6:27; 1Pt 2:2). Bala xwe bidin çarçoveya “ Fikrên ji bo Îbadeta Malbatê”. Ev fikir alî dê û bavan dikin ku di malbatê de her kes ji Îbadeta Malbatê bielime û kêfê bistîne. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:
-
Ji van tewsiyeyan hûn dixwazin kîjan biceribînin?
-
Gelo we hin tiştên bifeyde dîtin?
VÎDEOYA Îbadeta Malbatê bi Pêş Bixin vêxe. Paşê vê pirsê bipirse:
-
Eger zarokên we tune bin, mêr dikare çi bike ku jina wî ji îbadeta malbatê kêfê bistîne?
8. Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê
(30 deqe) bt beş 13 par. 17-24