Here Naverokê

Here naverokê

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Îsa ji bo Birayê Te Jî Mir

Îsa ji bo Birayê Te Jî Mir

Îsa canê xwe di oxira mirovên qisûrdar de feda kir (Rm 5:8). Bê guman, em ji bo hezkirina Îsa spasdar in. Dîsa jî, gerek em car caran bînin bîra xwe ku Îsa ji bo birayê me jî miriye. Wek Îsa, em çawa dikarin hezkirina xwe ji xwişk û birayan re eyan bikin, ên ku wek me qisûrdar in? Mesela, em dikarin tevî kesên ku ne ji kok û kultura me ne, hevaltiyê bikin (Rm 15:7; 2Kr 6:12, 13). A diduyan, wê baş be ku em hay ji xwe hebin ku em bi gotin an kirinên me dilê tu kesî neêşînin (Rm 14:13-15). A sisêyan, eger yekî li hemberî me guneh bike, em dikarin wî zû efû bikin (Lq 17:3, 4; 23:34). Eger em xîret bikin ku di van waran de Îsa ji xwe re bikin nimûne, Yehowa wê aştî û yekîtiya civatê zêde bike.

LI VÎDEOYA TEVÎ XÛŞK-BIRÊN XWE, EDILAYÊDA BE! (RDU) TEMAŞE BIKE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Xwişka me Mîkî der heqê civata xwe de berê çi difikirî?

  • Mîkiyê fikra xwe çawa guherand?

  • Nimûneya Îsa çawa alî Mîkiyê kir ku ew nêrîna xwe serrast bike? (Mq 14:38)

  • Methelokên Silêman 19:11 çawa dikare alî me bike ku em li xwişk û birayên xwe bi awayekî pozîtîf binêrin?