WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Jina Lût Bînin Bîra Xwe
Jina Lût çima li paşiya xwe nêrî gava ew ji bajarê Sodomê reviya? Kitêba Pîroz vê yekê nabêje (1Mû 19:17, 26). Li gor konteksta gotinên Îsa, dibe ku dilê wê bi van tiştan ve girêdayî bû, ên ku wê li bajarê Sodomê hiştibûn (Lq 17:31, 32). Gerek em çi bikin ku em rizaya Xwedê wek jina Lût winda nekin? Gerek em îzin nedin ku xwesteka mal û milk di jiyana me de cihê pêşîn bigire (Mt 6:33). Îsa got ku em “nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin” (Mt 6:24). Eger tiştên madî me ji tiştên ruhî dûr bigirin, gerek em çi bikin? Ji bo ku em fehm bikin ku gerek em di jiyana xwe de çi biguherînin, wê baş be ku em alîkariya Yehowa bixwazin. Ew dikare cesaret û qewetê bide me ku em serkeftî bibin.
TU JI SÊ QISMÊN VÎDEOYA JINA LÛT BÎNIN BÎRA XWE (RDU) ÇI ELIMIYE?
-
Zordayîna hinekan ku Gloria zêdetir pere qezenc bike, li ser fikir, gotin û kirinên wê çawa tesîr kir?
-
Serpêhatiya jina Lût me çawa hişyar dike?
-
Bikaranîna prensîpên Kitêba Pîroz çawa alî Joe û malbata wî kir?
-
Hevalkarên Annayê ji aliyê ruhî ve çawa li ser wê tesîr kir?
-
Gava kesên din zorê li me didin ku em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin mal û milk, ji me re çima cesaret lazim dibe?
-
Gloria û Brian çawa di jiyana xwe de tiştên ruhî dîsa xistin cihê pêşîn?
-
Kîjan prensîpên Kitêba Pîroz di vê vîdeoyê de hatine eyan kirin?