WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Ciwanno – “ji bo Kirinên Qenc bi Xîret” Bin
Li nameya xwe ya ji Tîtos re, Pawlosê şandî nivîsî ku xortên wek Tîtos gerek “ji bo kirinên qenc” bibin emsal (Tît 2:6, 7). Wekî din, wî got ku xizmetkarên Yehowa tên paqij kirin ku “ji bo kirinên qenc bi xîret” bin (Tît 2:14). Yek ji van kirinên qenc, belavkirina mizgîna Padîşahiyê ye. Eger tu ciwan î, gelo tu dikarî bibî pêşengê alîkar yan pêşengê daîmî? (Mtl 20:29).
Eger tu dixwazî bibî pêşeng, ji bo vê armancê planeke baş çêke (Lq 14:28-30). Mesela, eger tu bibî pêşeng, tuyê çawa debara xwe bikî? Tuyê saetên xwe çawa temam bikî? Di heqê van tiştan de ji Yehowa re dua bike (Zb 37:5). Ji dê û bavê xwe re û ji pêşengên ceribandî re behsa planên xwe bike. Paşê, gav bi gav bigihîje armanca xwe. Eger tu wisa bikî, Yehowa wê xîreta te bibereket bike!
LI VÎDEOYA CAHIL, YEHOWA HURMET-RÛMET DIKIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Hin kesan serî bi çi cure astengan re derxistiye ku bibin pêşeng?
-
Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew bibin pêşengên daîmî?
-
Ji bo belavkirina mizgînê, planeke baş çima muhîm e?
-
Hemû ferdên civatê çawa dikarin alî pêşengan bikin û cesaretê bidin wan?
-
Pêşeng çi cure bereketan distînin?