Em Çawa Dikarin li Pey Îsa Herin?
Ji bo ku cotkar karibe xêzên dûz bikişîne, lazim e ku ew li paş xwe nenêre. Mîna vê, gerek şagirtên Îsa îzin nedin ku “tiştên çûyî” yên vê dinyayê wan ji rê derxin (Flp 3:13).
Gava mirov dikeve tengahiyê, dibe ku ew bêriya rojên berê bike. A xerabtir jî ev e ku mirov bêriya van rojan bike berî ku ew bû Şahidê Yehowa. Hinek rojên xweş bi zêdeyî tînin bîra xwe, lê rojên xerab naynin bîra xwe. Piştî ku lawên Îsraêl ji Misrê derketin, wan wisa kir (4Mû 11:5, 6). Eger em fikrên wisa di dilê xwe de xwedî bikin, dibe ku em bixwazin vegerin jiyana xwe ya berê. Li şûna vê, bila em bala xwe bidin nîmetên ku me jixwe stendine û bereketên ku emê li dinyaya nû bistînin (2Kr 4:16-18).