XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Bigihîje Dilan
Guhdarîkirina Xwedê bi dil ve girêdayî ye (Mtl 3:1). Loma, gava em rastiyê hîn dikin, gerek em bigihîjin dilê mirovan. Gelo em çawa dikarin vêya bikin?
Armanca me ne tenê ev e ku bi xwendekarên xwe re kursê derbas bikin. Ji xeynî vê, gerek em rêyî wan bidin ku hîndariyên Kitêba Pîroz çawa bi dostaniya wan a bi Yehowa re û bi jiyana wan ve girêdayî ye. Wekî din, gerek em rêyî wan bidin ku qanûn û prensîpên Kitêba Pîroz çawa hezkirin, qencî û edaleta Yehowa eyan dikin. Bi awayekî nazik pirsan bi kar bîne ku alî xwendekarên xwe bikî ku ew li ser rastiyên ku ew hîn bûne, kûr bifikirin. Bala wan bikişîne ser feydeyên ku ewê bi dest bixin eger ew dev ji nêrîn yan kirinên xerab berdin. Gava tuyê bibînî ku xwendekarên te ji Yehowa çi qas hez dikin, dilê te wê şa bibe!
LI VÎDEOYA ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; BIGIHÎJE DILA (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Nîtayê çima ji Jiyanayê pirsî ka ew li dersa berê çi hîn bûbû?
-
Nîtayê çawa rêyî Jiyanayê da ku prensîpên Kitêba Pîroz nîşan didin ku Yehowa ji wê hez dike?
-
Nîtayê çawa bala Jiyanayê kişand ser vê ku ew çawa dikare nîşan bide ku ew ji Xwedê hez dike?