XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Hevdil Be
Bi saya hevdiliyê em dikarin fikir, hîs, nêrîn û derdên kesên din fehm bikin. Eger emê ji dil alî kesên din bikin, mirov wê vêya hîs bikin. Gava em di xizmetê de hevdiliyê nîşan didin, em hezkirin û hevdiliya Yehowa eyan dikin, û ev yek wê mirovan bikişîne ba wî (Flp 2:4).
Hevdilî ne tenê metodeke hînkirinê ye. Gerek em bi hevdilî guh bidin mirovan û bipeyivin. Wekî din, gerek em hevdiliya xwe bi hal û hereketên xwe û bi jest û mîmîkên xwe jî nîşan bidin. Ji bo vê, gerek em ji dil bi kesên din re eleqedar bibin û bala xwe bidin hal û rewş, nêrîn û baweriyên wan. Lazim e ku em melûmatên bifeyde û destekê bidin wan, lê gerek em zorê li wan nedin ku ew jiyana xwe biguherînin. Gava kesek alîkariya me qebûl dike, ev yek di xizmetê de dilxweşiya me zêde dike.
LI VÎDEOYA ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; DILŞEWAT BE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
-
Gava Jiyana dereng ma, Nîtayê çawa hevdilî nîşan da?
-
Gava Jiyanayê got ku ew nikare ji bo kursa xwe haziriyê bike, Nîtayê çawa hevdilî nîşan da?
-
Gava Jiyanayê got ku ew nikare jiyana xwe organîze bike, Nîtayê çawa hevdilî nîşan da?